ویرگول
ورودثبت نام
«برات قوی‌اندام»
«برات قوی‌اندام»
خواندن ۳ دقیقه·۲ سال پیش

Helbesta cîhanê "Bi zimanekî din"

Bîstûn û Bi zimanekî din
Bîstûn û Bi zimanekî din


Pirtûka "Bi zimanekî din" Wergera helbesta nû (azad) a cîhanê bi bijartin û wergerandina Berat Qewîendam hat weşandin.

Bîstûn & Bi zimanekî din, du berhemên wergerê ji wêjeya cîhanê

Pirtûkên "Bîstûn" û "Bi zimankî din" di sala 2020î da bi wergera "Berat Qewîendam" (Îran-Xorasan) hatine çapkirin û weşandin. Mijara van du berheman helbesta nû (azad) û hin gotinên helbestî ji helbestvan û wêjevanên çar aliyên cîhanê û ji gel û zimanên cûr be cûr bi taybet ên sedsala bîstem û heta niha ye:

Ehmedê Şamlû, Seyid Elî Salihî, Nazim Hikmet, Şêrko Bêkes, Letîf Helmet, Pablo Nêrûda, Ana Axmatova, Adonîs, Nizar Qebanî, Suad El-Sebah, Xade El-Seman, Charles Bukowski, Jacques Prévert, Paul Éluard, Mehmûd Derwêş, Cemal Sureya, Bertolt Brecht, Yiannis Ritsos, Gabriel García Márquez, Federico García Lorca, Markos Anna, Richard Brautigan, Miguel Hernández, Hamid Bedirxan, Enwer Selman, Rose Ausländer, Geo Bogza û hwd.

Wergêrê berhemê, Berat Qewîendam dibêje: "Ji bilî helbestên Ehmedê Şamlû û Seyid Elî Salihî (farsîbêj), her wiha yên Şêrko Bêkes û Letîf Helmet (kurdiya navîn), helbestên din bi giştî ji ser wergera wan a farisî bo Kurmancî hatine wergerandin.

Zimanê bikarhatî di van berheman da ayîdî navçeyeke taybet nîne û hewil hatiye dayîn ku helbest bi awayekî giştfehmî bên wergerandin; helbet peyv û têgehên devoka Xorasanê jî têda berbiçav in.

ji bo xwendina van berheman pêwîst e xwîner rênivîsa bikarhatî (rênivîsa aramî) bizane û têra xwe di gel peyv, biwêj û têgehên kurmancî (carina jî kurdiya navîn) li deverên cûr bi cûr nasyar be."

Pirtûk bi rênivîsa kurdî ya bi tîpên erebî-farisî hatine nivîsîn. "Bîstûn" bi awayê Duzimanî (farisî û kurmancî) û pêkhatî ji 207 rûpelan, her wiha; "Bi zimankî din" jî bi awayê Yekzimanî û bi 178 rûpelan her du ji aliyê weşana bi navê "Bîjen Yord" va li bajarê Bijnûrtê yê Bakurê Xorasanê hatine weşandin.

***


Bi zimanekî din wek pirtûka bijartî di beşa wêjeya kurdî da

(Ev nûçe ya Mijdara 2021ê ye)

***

Sêyemîn Mihrîcana Bijartina Pirtûka Salê ya parêzgeha Xorasana Bakur hat lidarxistin

Sêyemîn Mihrîcana Bijartina Pirtûka Salê ya parêzgeha Xorasana Bakur êvara pêncşemiya borî û bi bîra mamoste hecî Darab Bedexşan ji helbestvanên ayînî yên vê parêzgehê hat lidarxistin û bi danasîna kesên bijartî dawî li karê xwe anî.

Li gorî rapora Navenda ragihandinê ya Rêveberiya giştî ya Çand û Irşada Îslamî ya Xorasana Bakur, ev merasim roja pêncşemiyê, 18ê mijdara 2021ê, li bajarê Bijnûrta navenda vê parêzgehê hat lidarxistin.

Li gorî gotina Menîje Dertûmiyan, sekretera vê mihrîcanê û Husên Ferxone, Rêvebrê giştî yê Çand û Irşada Îslamî ya Xorasana Bakur, bijartiyên mihrîcana Pirtûka Salê bi boneya Hefteya Pirtûkan hatin nasandin.

Li ser vê esasê, ji nav 145 berhemên ku bo vê dora mhrîcanê hatibûn şandin, piştî dadweriya li ser berheman ji aliyê 'Mala Pirtûk û Wêjeyê ya Îranê' va, 6 berhem wek Berhemên Bijartî û 6 berhem wek Berhemên Hêjayî Sipasiyê hatin bijartin û nasandin; Li jêrê lîsteya van berheman tê ragihandin:

A) Pirtûkên Bijartî:

1 - Gaf: Berhema Sara Giryanlûyê (Wêje û pexşana hevçerx - farisî)

2 - Tawanbar: Berhema helbestê ya Elîreza Sipahî (kurdî)

3 - Bi zimanekî din: Wergera helbestê ya Berat Qewîendam (kurdî)

4 - Yûzpilingên ku bi min ra reviyane: Wergera Bihare Zeyxemiyê (Pexşan-Kurdî)

5 - Giratî, Cewahira Sferayînê: Muhemed Sadiq Mervî (Cografiya - farisî)

6 - Hêviya Hevdîtinê (Arizûyê Dîdar): Berhema Atife Talibpûrê (farisî)

B) Pirtûkên hêjayî sipasiyê:

1 - Lêkolîna li ser sembolên neq ş nîgareyên Sifreya Kurdî: Berhema Mesûme Zolfeqariyê (bi farisî)

2 - Qûşme, sazê firrînê: Berhema Mehdî Rostemî (ji Alavên Mûzîkê yên kurdî - bi farisî)

3 - Duçinar: Berhema helbestê ya Hesen Roşan (bi farisî)

4 - Talik: Berhema helbestê ya Şîrkûh Pehlewanî (kurdî)

5 - Selam Axa Seyid: Berhema Elîreza Mehmûdî (Dîrok, Cografiya - bi farisî)

6 - Damad Kûçûlû (Zavayê Biçûk): Berhema helbestê ya Zehra Dawerîyê (Wêjeya zarokan - bi farisî)

Hêjayî gotinê ye, pirraniya Berhemên Bijartî û Berhemên Hêjayî Sipasiyê di vê mihrîcanê da ji aliyê Weşana Bîjen Yordê bi rêveberiya Husên Axiretî hatine weşandin.



bîstûnbi zimanekî dinpirtûkên kurmancîwergera bi kurmancîpirtûkên xorasanê
مترجم زبان کُردی کُرمانجی و علاقه‌مند به نوشتن (تماس با من در تلگرام با آی‌دی: Telegram ID: @Zinar1986)
شاید از این پست‌ها خوشتان بیاید