Raboriya çandî ya peyvên pêşîn
Gelo peyvên pêşîn ên her zarokekî taybetî wî bi xwe ne?
Wergêr: Berat Qewîendam
Pêşek
Ji bîreweriyên herî xweş ên dêûbavan peyvên pêşîn in ku zarok bi lêv dikin. Gelekên dêûbavan van peyvan qeyd dikin, roj û şêwaza wan ji aliyê zarokê xwe va dinivîsin an jî deng û dîmena wê qeyd dikin. Berovajiya peyvên paşîn û herî dawî yên her mirovekî ku ji serdemên kevn va gelekî girîng dihatine hesibandin, mereqa li peyvên pêşîn di serdema modern da zêdetir derketiye holê. Ji binemala paşatiya Fransayê bigir heta Charles Darwinî, hêdî hêdî tomarkirina peyvên pêşîn ên zarokan girîngtir bû. Lê bi rastî ev peyv çi ne? pirtûkeke nû raboriya van peyvan vekolandiye.
Wer xuya dike ku yekemîn peyvên ku zarokek tîne zimên, li her derê cîhanê ecêb bin. Yekem peyva ku tê zimên, lêvalêvê mizgîniya jiyaneke nû ye û wek yekemîn raderbirrîna xwe ya mirovekî nû tê zanîn, heta eger ev peyv ji bo binavkirina se, daxwaza xwarinê an jî gotina silavê be. Zêdetir ji vêya ku yekem peyv tenê xweşik bin, ji hêla bûnayetiyê va wateyeke kûr dihewînin. Ev peyv bereberê lûtkeyekê temsîl dikin ku tê da deng dibe nîşane; kêliya ku cîhana hundirîn sînorên xwe derbas dike da ku rastî cîhana derveyî were.
Tu dikarî dewama vê nivîsarê û gelek nivîsên din di vê lînkê da bixwînî:
https://drive.google.com/file/d/1_OknvCOBOYdZa4D5c8z6B99Kn8buAEi9/view